Bi rêya însiyatîva navenda Ashti bo aştiyê û di bin silogana ( bi hev re bo civakin şîn) , komeleya Warshin bo parastina jîngehê bi komele û dezgehên civaka sivîl mîna Demos, Zin , Zamin, Malva, Shar , Shawishka, Nudem , Baladna, Roz , Rêberên Aştiyê û şarederiya bajarê Qamişlo bi kampanya çandina şitilên daran rabûn li gulîstanên Serok, Alsuryan, şehîd Muhemed , şehîd Devrem .
600 darên Serû , Sinober, Ligustrum , darên hilkişînê û gulên guldanan li gulîstan û parkên borîn de hatin çandin.
Kampanya wê berdewam be ji 5 ta 20 ê nîsana 2023 bi hevkariya navenda Ashti û bîroya karê rêxistinên civaka sîvîl di rêveberiya xweser de.