Di berdewamiya kampaniyaya me ya çandina daristanan de di bin diruşmeya (Jîngeh Jiyan e) ku çend roj berê hatibû destpêkirin, Komeleyê bi dehan darên zeytûn û mangoyê li gundê Tel Şair ê rojavayê bajarê Qamişlo çandin.
Di hemû sî û çar malên gund de hat çandin. Ji her malekê re di navbera pênc û deh şitlan de hatin veqetandin.
Û di çarçoveya pirojeya komeleyê de ew e ku xelkê gundan teşwîq bike bo çandina daristanan û alîkariya wan di xwedîkirina hingiv û ajalan de bike, û di qonaxa bê de dê piroje were cîbicîkirin.