Kampanya çandina şitlên daran li dibistanan (hawirdor jiyan e)

Komeleyê roja Yekşemê 30.10.2022 li bajarê Qamişlo bi duruşmeya (Jîngeh Jiyan e) kampanyayek nû ji bo çandina şitlên daran li çend dibistanên bajarê Qamişlo da destpêkirin.

Endamên komeleyê li dibistanên Ferhan Elî, Hisên Mistefa û Mistefa Kolo yên li taxa Hilêliyê bi dehan şitlên çandiniyê çandin.

Kampanya li van dibistanan ku di saetên dibistanê de xwendekar û zarokên biçûk lê diçûn hefteyekê dewam kir. Armanca kampanyayê belavkirina hişyariya jîngehê û girîngiya dar û hêşînahiyê di nav welatiyan û xwendekaran de bû. Di van şert û mercan de û di qonaxeke dijwar a dîroka herêmê de ji bilî çandina daristanan, pêwîstiya herêmê bi gelek tiştan heye.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara daran daketiye çaryek û çolbûn hêdî hêdî herêmê digre. Û şert û mercên ajalên kedî û kovî pir xerab bûye û pêwîstî bi vekolîn û parastina wan heye û komele di vî warî de çi ji destê wê tê dê bike.

Leave a Comment

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Scroll to Top
Scroll to Top